İçeriğe geç
Rojane 23:50 Hemû Nûçeyên Rojane

Kampanyaya Paqijkirina Kolektîf ya Şaxê li Sûlava Kanispiyê Dest Pê Kir

Mezinahiya nivîsê
Parve Bike
Kampanyaya Paqijkirina Kolektîf ya Şaxê li Sûlava Kanispiyê Dest Pê KirÇevre
Di çarçoveya xebata “Bajarên Paqij Bi Hewldanên Kolektîf” a ku ji hêla Şaredariya Şaxê ve bi armanca afirandina Şaxeke paqijtir, saxlemtir û jiyanîtir hatiye despêkirin,kampanya-yeke paqijiyê hate dayin destpêkirin.
Hevşaredarên Şaredariya Şaxê Gülten Baran û Reşat Eraslan, endamên meclîsa şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û Hevserokê Navçeya Şaxê yê Partiya DEMê Tayîp Balka beşdarî kampanyayê bûn.
Qonaxa yekem a xebatê li derdora Sûlava Kanîspîyê ku yek ji cihên sereke yên xwezayî û geştyarî yên navçeyê ye pêk hat. Li dora Sûlavê, di kamelyayan de, li ser kêleka rêyan û li ser qeraxên çem xebateke paqijkirinê ya berfireh hate kirin. Çopa ku li herêmê mabû hate berhevkirin û dever hatin paqijkirin.
Hevşaredar Gülten Baran girîngiya berpirsiyariya hevpar ji bo Şaxeke paqij tekez kir û got, “Şax qada jiyana me ya hevpar e. Parastina bedewiya me ya xwezayî û qadên jiyanê berpirsiyariya her kesî ye. Bi vê xebata kolektîf a ku me dest pê kiriye, em ji bo Şaxeke paqijtir û jiyanîtir bi hev re dixebitin.”
Hevşaredar Reşat Eraslan jî got, “Bajarekî paqij ne tenê bi xebata tîmên şaredariyê, di heman demê de bi hişmendî û beşdariya gelê me ve mimkun e. Em ê di hefteya bê de li taxên xwe xebatên paqijiyê yên ku me li Sûlava Kanîspî dest pê kirine bidomînin.”
Şaredariya Şaxê bang li hemû welatiyan kir ku ji bo paqijiya jîngehê hesas bin û bedewiya xwezayî ya bajêr biparêzin.
NÛÇEYA DINNiştecihên Şaxê Derbarê Paqijiya Jîngehê de Hatin Agahdarkirin24 August 2026 · 1 xulek xwendinDerbasî Nûçeya Din Bibe ›
Dema hûn bigihîjin dawiya rûpelê, nûçeya din wê bixweber were barkirin.