Hevşaredarên Şaredariya Şaxê, Gulten Baran û Reşat Eraslan, ji bo 25ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Ji Bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, peyamek weşandin.
Peyama Hevşaredaran wiha ye ;
“25ê Mijdarê têkoşîn û hevgirtina jinan a li dijî tundûtûjî, cudakarî û newekheviyê sembolek e. Têkoşîna li dijî hemû cureyên tundûtûjiya li ser jinan berpirsiyariya me ya hevpar e.
Wekî Şaredariya Şaxê, em ê bi biryardarî hewildanên xwe bidomînin da ku jin bikaribin jiyaneke wekhev, azad û ewle bijîn û di hemû warên jiyana civakî de roleke çalak bilîzin.
Em teqez dikin ku ji bo tundiya li dijî jinan tu hincet nîne û em bang li tevahiya civakê dikin ku beşdarî têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê bibe û hevgirtinê nîşan bide.
Em rêzên xwe pêşkêşî hemû jinên ku di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin û em piştgiriya xwe ji bo jinên ku ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin, ji nû ve piştrast dikin.
Em ê bi hev re hevgirtina xwe û têkoşîna xwe ya li dijî tundiya li ser jinan xurtir bikin.”




