Civînên Meclîsa Asayî ya Mijdarê yên Şaredariya Şaxê di bin serokatiya Hevşaredar Reşat Eraslan de dest pê kirin, ku 8 xalên rojevê dê werin nîqaş kirin.
Civînên ku dê di navbera 2-6ê Mijdara 2026an de pêk werin, dê li ser projeyên berdewam ên şaredariyê, pêşniyarên ku ji komîteyên pispor re hatine pêşkêş kirin û Rapora Vekolîna Dadgeha Hesaban a 2025an werin nîqaş kirin.
Rapora xebatê ya ku ji hêla komîteyên Plansaziya Bajarî û Karên Giştî, Plansazî û Budçeyê, Jin û Malbat, Çand û Geştiyariyê, û Xwarin, Çandinî û Ajaldariyê ve hatine amadekirin jî dê werin nirxandin.
Nîqaşa xalên rojevê dê li gorî bernameya civînê ya diyarkirî, li gorî nêrîn û pêşniyarên endamên meclîsê berdewam bike.




