15emîn Pêşangeha Tûrîzm û Geştê ya Navneteweyî ya Wanê ya Rojhilatê Anatolyayê , ku sê rojan dom kir, bi dawî bû. Standa Şaredariya Şaxê, ku xwarinên herêmî û pîşeyên destan ên kevneşopî yên navçeya me pêşkêşî mêvanan dikir, li pêşangehê yek ji standên herî populer bû.
Hevşaredarên Şaredariya Şaxê, Gulten Baran û Reşat Eraslan, mêvanên ku di dirêjahiya pêşangehê de serdana standa me kirin rû bi rû pêşwazî kirin. Li standa me, neqşên li ser dara gûzê û berikên herêmî hatibûn pêşandan, ku pîşeyên destan ên kevneşopî yên navçeya me nîşan didan.
Mêvanên me bi penîrê navdar ê bi giyayên bîhnxweş ên Şaxê, nanê tanûrê, gûz û hingivê karakovan ê xwezayî hatin pêşwazîkirin. Dema ku mêvanan ji xwarinên me yên herêmî tam dikirin, wan her wiha derfet dît ku ji nêz ve li berhemên neqişandî û berikan binêrin.
Em spasiya hemû mêvanên xwe dikin ku di van sê rojan de serdana standa me kirin û bi me re li ser sifrê û di sohbetê de bûn par.




















