İçeriğe geç
Rojane 23:48 Hemû Nûçeyên Rojane

Niştecihên Şaxê Derbarê Paqijiya Jîngehê de Hatin Agahdarkirin

Mezinahiya nivîsê
Parve Bike
Niştecihên Şaxê Derbarê Paqijiya Jîngehê de Hatin AgahdarkirinÇevre
Wekî beşek ji însiyatîfa ‘Bajarên Paqij bi Hewldana Kolektîf’ a ku ji aliyê Şaredariya Şaxê ve hatiye destpêkirin, niştecihên navenda bajêr derbarê paqijiya jîngehê û vezîvirandinê de hatin agahdarkirin.
Piştî paqijiyeke kolektîf a li Sûlava Kanispiyê, tîmên şaredariyê derbasî navenda navçeyê bûn û belavokên derbarê paqijiya jîngehê û vezîvirandinê de li niştecihan belav kirin.
Di dema belavkirina belavokan de, şîret li niştecihan hat kirin ku çopên xwe di demên diyarkirî de derxin, çopdankan bi kar bînin, çopan li cihên bêserûber nehêlin, û ew derbarê vezîvirandinê de hatin agahdarkirin. Di derbarê paqijkirina jîngehê de ji dikandar û welatiyan re gelek hişyarî hatin dayin
Gülten Baran, Hevşaredara Şaredariya Şaxê, got, “Ji bo Şaxeke paqij, tenê paqijkirin têrê nake; divê em her wiha bi hev re bixebitin da ku hişmendiya jîngehê xurt bikin. Em dixwazin vê hişmendiyê bi piştgiriya gelê xwe mezin bikin.”
Hevşaredar Reşat Eraslan jî got, “Armanca me ew e ku em hişmendiya paqijiya jîngehê li seranserê navçeya xwe belav bikin. Ji ber vê yekê, em ê hewldanên xwe yên bilindkirina hişmendiyê li gel çalakiyên xwe yên paqijiyê bidomînin. Em bang li hemû niştecihên xwe dikin ku xwedî li jîngeha me derkevin.”
NÛÇEYA DINJI BO ŞAXEKE PAQIJ DEST BIDIN HEV!20 August 2026 · 1 xulek xwendinDerbasî Nûçeya Din Bibe ›
Dema hûn bigihîjin dawiya rûpelê, nûçeya din wê bixweber were barkirin.