Ji Şaredariya Şaxê Ji Bo Xwendekarên Zanîngehê Piştgiriya Perwerdeyê: Serlêdan Dest Pê Kirin
Şaredariya Şaxê, bi armanca piştgirîkirina jiyana perwerdeyê ya xwendekarên zanîngehê û sivikkirina barê wan ê aborî, dest bi wergirtina serlêdanên ji bo piştgiriya darayî ya perwerdeyê kir. Serlêdan dê di navbera 15ê Çiriya Pêşîn û 15ê Çiriya Paşîn a 2026an de bên kirin.
Şaredariya Şaxê, li gorî têgihîştina şaredariya civakî piştgiriya perwerdeyê ya ji bo xwendekarên zanîngehê didomîne. Di çarçoveya xebata ku bi pêşengiya Hevşaredar Gulten Baran û Reşat Eraslan tê meşandin de, dê ji bo xwendekarên zanîngehê yên ku li navçeyê rûdinên û şertên pêwîst bi cih tînin re piştgiriya darayî bê dayîn.
Bi vê sepana ku armanca wê piştgirîkirina jiyana perwerdeyê ya ciwanan û sivikkirina barê aborî yê malbatan e, tê armanckirin ku tevkariyê li pêvajoyên perwerdeyê yên xwendekaran bike.
Serlêdan Dê Heta 15ê Çiriya Paşîn Berdewam Bikin
Xwendekarên ku dixwazin ji piştgiriya perwerdeyê sûd werbigirin, divê di navbera 15ê Çiriya Pêşîn û 15ê Çiriya Paşîn a 2026an de serlêdanên xwe bikin.
Belgeyên pêwîst ji bo serlêdanê:
Daxwaznameya serlêdanê
Belgeya îqametê ya Şaxê
Belgeya xwendekarê çalak
Hejmara IBANê
Hejmara têkiliyê
Serlêdanên xwendekarên perwerdeya vekirî û ya ji dûr ve nayên qebûlkirin. Her wiha xwendekarên ku ji roja qeyda wan a zanîngehê re 5 sal derbas bûne jî nikarin ji piştgiriyê sûd werbigirin.
Em Li Gel Ciwanên Xwe Ne
Şaredariya Şaxê, ji bo bihêzkirina wekheviya derfetan a di perwerdeyê de û tevkariya li amadekirina ciwanan a bi ewletir ber bi pêşerojê ve, dê xebatên piştgiriyê yên ji bo xwendekaran bidomîne.
Ji bo agahiyên berfireh: 0432 512 28 91 – 0530 028 10 10



